Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Karên Derve û Koçberên Sûriyeyê Şeybanî li Şamê bi Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Kaja Kallas re hevdîtin kir.

Wezareta Karên Derve û Koçberên Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di hevdîtinê de “têkiliyên di navbera Sûriye û Yekîtiya Ewropayê de û rêyên pêşxistina hevkariya hevpar” hatin nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her wiha pêşketinên dawî yên siyasî û ewlehiyê li herêmê, hewlên ji bo piştgirîkirina aramiyê, xurtkirina vejîna aborî û xebatên nûavakirinê jî di hevdîtinê de hatin nirxandin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp