Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Sybiha bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Fidan re hevdîtin kir
Bruksel, 16ê Mijdarê (Hibya) - Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha li Brukselê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re hevdîtin kir.
Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Andrii Sybiha di peyameke ku li ser hesabê xwe yê fermî belav kir de ragihand ku li Brukselê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan re hevdîtin kiriye.
Sybiha kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi hevkarê xwe yê tirk re li kêleka Civîna Wezîran a Ewlehiyê ya di çarçoveya Stratejiya Yekîtiya Ewropayê ya Deryaya Reş de anî ziman. Wî bal kişand ser rola girîng a Tirkiyeyê li Deryaya Reş û pozîsyona wê ya sereke wekî hêsanker di pêvajoya aştiyê de.
Sybiha diyar kir ku wan di hevdîtinê de rewşa bicihanîna peymanên ku di navbera serokên her du welatan, Volodimir Zelenski û Recep Tayyip Erdoğan de hatine kirin, nirxandiye. Wî her wiha got ku wan hewldanên ji bo kêmkirina aloziyan li Deryaya Reş, her wiha hevkariya dualî û bazirganiya piştî Peymana Bazirganiya Azad nîqaş kirine.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî