Xamenei bang li şerê çandî û aborî kir
Rêberê Bilind ê Îranê, Mücteba Xamenei, di peyamekê de gelê Îranê bang kir ku ji bo têkbirina “dijminên” welatê xwe şerê “aborî” û “çandî” bikin.
Li gorî CCTV, di daxuyaniyekê de ji bo Roja Karkeran û Roja Mamosteyan, Xamenei got ku Îran di warê leşkerî de hêza xwe nîşan daye û zêde kir ku “divê wan di şerên aborî û çandî de jî têk bibin”.
Xamenei mamoste û karkeran wekî hêmana herî bandor li vê pêvajoyê binav kir û got ku ew “stûnên” warên aborî û çandî ne. Wî her weha girîngiya pêşdana bikaranîna hilberên navxweyî xêz kir.
Ji aliyekî din ve, hêzên deryayî yên Pasdaranên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) ragihandin ku li gorî rêbernameyên Xamenei dê li Deryaya Farisî û Tengava Hormuzê rêzikên nû werin sepandin. Di daxuyanîyê de hat gotin ku Îran dixwaze bi bikaranîna kontrola xwe ya li ser nêzîkî 2 hezar kîlometre dirêjahiya sahîlê, herêmê bibe çavkaniya enerjî û dahatê.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî