YM: Çolbûn û ziwabûn ji bo milyaran mirovan metirsî ne
New York, 14 Gulanê (Hibya) - Neteweyên Yekbûyî (YM) bi diyarkirina ku çolbûn û ziwabûn jiyan û çavkaniyên jiyanê li seranserê cîhanê tehdîd dikin, bang li girtina gavên lezgîn di çarçoveya têkoşîna li dijî krîza avhewayê kir.
Di daxuyaniya YM de hate ragihandin ku çolbûn û ziwabûn bandorên xwe li asta gerdûnî zêde dikin û milyaran mirovan hîn jî pirsgirêka gihîştina ava ewle dijîn.
Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku ji bo vegerandina axên xerabûyî û dabînkirina şertên jiyanê yên domdar ji bo nifşên pêşerojê, pêwîstiya bi çalakiyên lezgîn yên avhewayê heye.
Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser vê yekê ku têkoşîna li dijî guhertina avhewayê, parastina çavkaniyên avê û bicihanîna siyaseta jîngehê ya domdar divê bibin pêşîniya gerdûnî.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî