Zelenski bi nûnerên civaka Ukraynayê ya li DYA re civiya
Kîev, 24ê Îlonê (Hibya) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski bi nûner û rêberên civaka Ukraynayê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re civiya.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski bi nûner û rêberên civaka Ukraynayê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re civiya.
Zelenski diyar kir ku di civînê de însiyatîfên dîplomatîk û hewlên aştiyê yên Ukraynayê, herwiha têkiliyên bi Serokê DYA Donald Trump û ekîba wî re hatin nîqaşkirin û dijwariyên bingehîn ên ku Ukrayna pê re rû bi rû ye û erkên li ser rojevê jî hatin nirxandin.
Zelenski bi tekez kir ku bidawîkirina şer ji bo Ukraynayê mijara herî girîng e û bal kişand ser girîngiya parastina welat, gelê Ukraynayê û nirxên dîrokî û çandî yên welat.
Zelenski herwiha ji ber xebat û piştgiriya wan a ku beşdarî xurtkirina Ukraynayê dibe, xelat da hin kesan.
Zelenski spas ji hemû kesên ku beşdarî belavkirina agahiyên rast derbarê têkoşîna Ukraynayê, piştgiriya gelê Ukraynayê û bihîstina dengê welat li seranserê cîhanê dibin, kir.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî