Zelenskî: Divê Rûsya dawî li zêdebûna aloziyê bîne
Kyiv, 28ê Îlonê (Hibya) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskî ragihand ku ew li hemberî êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê bersivên dûrmenz didin.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskî ragihand ku ew li hemberî êrişên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê bersivên dûrmenz didin.
Zelenskî diyar kir ku di saetên şevê de li dijî du fabrîqeyên parastinê yên li herêmên Tula û Voronejê êriş hatin kirin.
Zelenskî ragihand ku yekîneyên Servîsa Ewlekariya Ukraynayê (SBU) li dijî tesîsên neftê yên li herêma Krasnodarê operasyonek pêk anîn û got ku tesîsên li herêmên Kaluga û Oryolê jî hatin armanc kirin.
Zelenskî diyar kir ku li herêma Bryanskê operasyonek rasterast li dijî hêzên dagirker ên Rûsyayê hate kirin û li Deryaya Reş jî armancek hate lêdan. Wî got: “Ez ji hemû kesên ku şer vedigerînin cihê ku jê hatî, spasdar im. Divê Rûsya dawî li zêdebûna aloziyê bîne.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî