Zelenski: Infrastruktura sivîl careke din zirar dît
Kîev, 2 Hezîran (Hibya) - Serokê Ukrayna Volodimir Zelenski got ku di êrîşên şevê yên Rûsyayê de li seranserê welat, bi taybetî li Kîev û Dnipro, gelek infrastruktura sivîl zirar dît.
Serokê Ukrayna Volodimir Zelenski li ser xebatên acîl û bilansa nû ya piştî êrîşên hewayî li herêmên niştecîhên sivîl axivî.
Zelenski got ku zêdetir ji 500 karmendên Xizmeta Dewletî ya Acîl di kar de ne: “Piştî êrîşa şevê ya Rûsyayê li bajar û civakên me, em bi encaman re mijûl in.”
Wî got: “Êrîşa sereke li Kîevê bû, ku gelek avahiyên niştecîh û infrastruktura sivîl careke din zirar dît. Mixabin 4 kes mirin. Ez ji malbatên wan re xemgîniya xwe diyar dikim. Di nexweşxaneyên paytextê de 38 kes in û hemû lênêrîna pêwîst distînin.”
Di derbarê Dnipro de jî wî got: “Li Dnipro li berxê avahiyeke 4 qatî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome. Parçeyek ji avahiyê nêzîkî bi tevahî hat hilweşandin. Di vê êrîşê de 9 kes, di nav wan de zarok jî, hatin kuştin.”
Zelenski da zanîn: “Li bajêr 35 birîndar hene. Çarenûsa 6 kesên din nayê zanîn. Lêgerîn dê her qas hewce be bidome.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî