Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskî ragihand ku wan bi Îtalyayê re hem li Ukraynayê hem jî li Îtalyayê sazgehên hevbeş ên hilberîna pîşesaziya parastinê ava kirine û bal kişand ser girîngiya hevkariya teknolojîk û leşkerî ya di navbera her du welatan de.

Zelenskî hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Îtalyayî Corriere della Sera re li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û diyar kir ku têkiliyên wî bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re pir baş in û ew ji ber piştgiriya gelê Îtalyayê spasdar in.

Zelenskî tekez kir ku Ukrayna spasdariya xwe ne tenê bi gotinan, lê her wiha bi parvekirina ezmûnên xwe yên li meydanê nîşan dide û wiha got:
“Ew ji me agahiyên vegerê werdigirin derbarê wê yekê ku kîjan çekên çêkirî yên Îtalya û Ewropayê dixebitin û kîjan naxebitin, her wiha me ji aliyê teknolojîk ve çi baştir kiriye. Em hemû van agahiyan bi hilberînerên Îtalyayî re parve dikin. Me li Îtalya û Ukraynayê sazgehên hevbeş ên hilberînê ava kirin; ev şirketên Ukraynayî-Îtalyayî ne. Têkiliyên me bi şirketa Leonardo re pir baş in. Em ji wan re spasdar in û ew jî ji me gelek tiştan bi dest dixin. Ez pir kêfxweş im ku em bi vî awayî piştgiriya hev dikin û asta pisporiya teknolojîk a Îtalyayiyan zêde dibe. Îtalyayî li sazî û kargehên ku li Îtalyayê hatine vekirin dixebitin. Ez difikirim ku ev jî pir girîng e. Ev ne tenê tê wateya peydakirina kar, lê di heman demê de tê wateya alîkariyê ji bo Ukrayna û Îtalyayê.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp