Zelenski: Tesîsên petrolê li sê herêmên Rûsyayê hatin lêdan
Kiev, 7ê Îlonê (Hibya) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski diyar kir ku artêşa Ukraynayê berdewam dike bersiva êrîşên Rûsyayê li dijî Ukraynayê bide û ragihand ku li herêmên cuda yên Rûsyayê tesîsên petrolê û armancên leşkerî hatine lêdan.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski diyar kir ku artêşa Ukraynayê berdewam dike bersiva êrîşên Rûsyayê li dijî Ukraynayê bide û ragihand ku li herêmên cuda yên Rûsyayê tesîsên petrolê û armancên leşkerî hatine lêdan.
Zelenski di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku hêzên Ukraynayê rafîneriyeke petrolê li herêma Ryazan a Rûsyayê lê dane.
Zelenski diyar kir ku Ukrayna kapasîteya xwe ya êrîşa dûrmenzil bi kar aniye û got ku rafîneriyên petrolê li herêma Perm û Tataristanê jî bûne armanc.
Zelenski herwiha ragihand ku li herêma Kurskê nuqteyek ku dronên êrîşê lê dihatin depokirin û avêtin hatiye lêdan.
Zelenski diyar kir ku hêzên Ukraynayê li Deryaya Reş jî armancek lê dane û spasiya yekîneyên ku beşdarî operasyonan bûne kir.
Zelenski got: “Leşkerên me berdewam dikin ku bi awayekî dadperwer bersiva êrîşên Rûsyayê li dijî Ukraynayê bidin.” Wî diyar kir ku operasyonên pêkhatî rast û serkeftî bûn û spasiya yekîneyên têkildar kir.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî