Zelenskiy bi Seroka Moldovayê Sandu re hevdîtin kir
Kiev, 27ê Tebaxê (Hibya) - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy li paytexta Moldovayê Kişînevê bi Seroka Moldovayê Maia Sandu re hevdîtin kir.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy li Kişînevê bi Seroka Moldovayê Maia Sandu re hevdîtin kir. Zelenskiy diyar kir ku di hevdîtinê de xebatên ji bo xurtkirina kapasîteyê di warên ewlehiya hevpar, enerjî û binesaziyê de hatin nîqaşkirin.
Zelenskiy bi tekez kir ku Ukrayna bi Moldovayê re di nav hevgirtinê de ye û got: “Niha bi hev re rawestan û hevdu xurt kirin bi taybetî girîng e.” Zelenskiy bi boneya Roja Serxwebûna Moldovayê bal kişand ser hevgirtina her du welatan û got: “Dost divê mil bi mil rawestin.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî