Anand: Pergala zordestiya Talibanê divê hesab bide
Ottawa, 15ê Tebaxê (Hibya) – Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Anita Anand, di salvegera desthilatdarî girtina Talibanê li Afganistanê de, li ser krîza mirovahî û mafên mirovan a ku gelê Afganistanê pê re rû bi rû ye daxuyanî da.
Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Anita Anand li ser krîza mirovahî û mafên mirovan a ku gelê Afganistanê pê re rû bi rû ye daxuyanî da.
Anand got ku li welat “zordestiya bêrehm û îstîsmara sîstematîk” berdewam dike û destnîşan kir ku kêmneteweyî tên zordestkirin û ji mafên xwe yên bingehîn tên bêpar kirin.
Anand, bi destnîşankirina ku jin û keç bi zanebûn ji perwerde, jiyana kar û jiyana giştî tên dûrxistin, got: “Mafên wan divê ji nû ve bên dayîn û Taliban divê ji ber pergala zordestiya bêrehm a ku sepandiye hesab bide”.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî