Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney bi boneya Roja Neteweyî ya Akadyayê peyamek weşand.

Carney got ku Akadyayî yek ji civakên herî kevn ên fransîaxêv ên Amerîkaya Bakur in û rehên wan li herêma ku îro wek Kanada Atlantîk tê zanîn, zêdetirî 400 sal berê vedigerin.

Carney dîroka gelê Akadyayê wek çîroka “sebatê li hember zehmetiyan” binav kir û got: “Di Roja Neteweyî ya Akadyayê de, em gelê Akadyayê pîroz dikin ku berxwedana wan alîkariya şekilgirtina nasnameya Kanadayê kiriye.”

Carney tekez kir ku berxwedan û mîrasa çandî ya gelê Akadyayê ji hêmanên girîng ên nasnameya Kanadayê ne.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp