Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokê Rûsyayê Putin dê 18ê Tebaxê li Kremlinê bi Serokê Myanmarê Min Aung Hlaing re hevdîtin bike.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rûsyayê, di hevdîtina bi Min Aung Hlaing re, ku ji bo serdaneke fermî dê were Rûsyayê, gavên ji bo pêşxistina têkiliyên Rûsya-Myanmarê di warên cuda de bên nîqaşkirin.

Di hevdîtinê de her wiha tê plan kirin ku mijarên rojane yên ajandaya navneteweyî û herêmî bên nirxandin.

Piştî hevdîtina her du serokan tê payîn ku hin peyman û belgeyên dualî yên ji bo xurtkirina hevkariyê di warên cuda de bên îmzekirin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp