Barrack: Li Sûriyê ji bo kurdan firsata herî mezin entegrasyona bi hikûmeta nû re ye
Ankara, 20’ê rêbendanê (Hibya) – Nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî (DYE) ji bo Sûriyê, Tom Barrack, got ku pêvajoya entegrasyona kurdan bi hikûmeta nû ya Sûriyê re firsatek bêhempa ji bo mafên welatîtiyê û siyasî ye.
Nûnerê taybet ê DYE ji bo Sûriyê, Tom Barrack, ragihand ku li Sûriyê ji bo kurdan firsata herî mezin di pêvajoya guhertinê de ye ku di dema hikûmeta nû ya bi serokatiya serokê Sûriyê Ehmed el-Şara de pêk tê. Wî destnîşan kir ku ev pêvajo rêyê ji bo entegrasyona temam, mafên welatîtiyê, parastina çandî û beşdariya siyasî vedike û ev maf di bin rejîma Beşar Esed de demek dirêj hate astengkirin.
Barrack diyar kir ku Hêzên Demokratîk ên Sûriyê (SDG) li dijî DAIŞê hêza herî bandorker a herêmî bûn û got: “Armanca hebûna SDG wek hêza herêmî ya bingehîn a dijî DAIŞê bi pirranî qedîya, ji ber ku Şam niha amade û di rewşê de ye ku berpirsiyariyên ewlehiyê bi dest bigire”.
Wî diyar kir ku DYE ji bo hêsankirina entegrasyona navbera SDG û hikûmeta Sûriyê rolek çalak lîstiye û got: “Ji bo ewle kirina peymana entegrasyonê ya ku di 18’ê rêbendanê de hat îmzekirin û ji bo ku pêvajo bi dem û bi aştiyê were bicîhkirin, em bi hikûmeta Sûriyê û rêbertiya SDG re danûstandinên berfireh kirin”.
Barrack got ku peyman pêşbînî dike ku şervanên SDG têkevin artêşa neteweyî, infrastruktura stratejîk were veguhastin û girtîgeh û kampên DAIŞê ji rêveberiya Şamê re were radestkirin û destnîşan kir ku “pêşîniya DYE ew e ku ewlehiya girtîgehên DAIŞê were piştgirtin û entegrasyona aştiyane ya navbera SDG û hikûmeta Sûriyê were hêsankirin”.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî