Makron: Em zanistî li dijî teoriyên komployê, qanûnê li dijî hêzê tercîh dikin
Davos, 20’ê rêbendanê (Hibya) – Serokê Fransa Emmanuel Makron diyar kir ku wan diyalog û serweriya qanûnê li dijî tehdît û bikaranîna hêzê tercîh dikin.
Serokê Fransa Makron got: “Em zanistî li dijî teoriyên komployê, qanûnê li dijî bikaranîna hêzê û diyalogê li dijî tehdîtan tercîh dikin”.
Makron di daxuyaniya xwe de girîngiya nêrîna zanistî û rêzikên qanûnî destnîşan kir û diyar kir ku di têkiliyên navneteweyî de rêya diyalogê ji tehdît û zordariyê serdesttir e.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî