Bihayên petrolê û gaza xwezayî ketin
Stenbol, 27ê Cotmehê (Hibya) - Petrola xav a Amerîkayê bi sedî 0,99 û petrola Brent bi sedî 1 nirx ji dest dan. Di peymanên pêşerojê yên gaza xwezayî û sotemeniyê de jî kêmbûn hatin tomarkirin.
Li bazarên enerjiya cîhanê bihayên petrolê û gaza xwezayî daketin.
Biha ya peymanên pêşerojê yên petrola xav a Amerîkayê bi 1,01 dolarî kêm bû û gihîşt 100,75 dolarî. Kêmbûn bi sedî 0,99 bû.
Biha ya peymanên pêşerojê yên petrola Brent bi 1,16 dolarî daket 114,65 dolarî ji bo her bermîlekê. Windahiya Brentê bi sedî 1 bû.
Biha ya peymanên pêşerojê yên gaza xwezayî bi sedî 0,46 kêm bû û gihîşt 2,59 dolarî.
Peymanên pêşerojê yên benzînê bi sedî 0,58 daketin 3,1998 dolarî, yên sotemeniya dîzelê ya bi kêm sulfûr jî bi sedî 0,74 daketin 4,8757 dolarî.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî