El Mureyîkî bi serokê Meclîsa Nûneran a Avusturalyayê Dick re hevdîtin kir
Doha, 14 Çile (Hibya) – Wezîrê Dewletê yê Qeterê ji bo Karên Derve Sultan bin Saad El Mureyîkî, di çarçoveya têkilîyên fermî de li Dohayê bi serokê Meclîsa Nûneran a Avusturalyayê Milton Dick re hevdîtin kir û derfetên hevkariyê yên di navbera her du welatan de nîqaş kir.
Li gorî daxuyaniyekê ya Wezareta Karên Derve ya Qeterê, Wezîrê Dewletê ji bo Karên Derve Sultan bin Saad El Mureyîkî bi serokê Meclîsa Nûneran a Avusturalyayê Milton Dick re, ku serdana welatê dike, hevdîtin kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: «Di dema hevdîtinê de, her du alî têkiliyên hevkariyê û rêyên piştgirîkirin û xurtkirina wan nirxandin».
Wezaretê destnîşan kir ku ev hevdîtin îradeya xurtkirina qada hevkariyê yên heyî nîşan dide.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî