Zelenskî: Niha pêşîtiya me xurtkirina parastina asmanî ye
Kîev, 14 Çile (Hibya) – Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskî, piştî ku êrîşên asmanî yên berfireh ên Rûsyayê li ser cihên sivîl û binyapên enerjiyê nirxand, bang kir ku piştgiriya hevalbendanan ji bo xurtkirina pergalên parastina asmanî were bilezkirin.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskî li ser êrîşên fîşek û balafirên bêmirov ên ku Rûsya di şevê de pêk anîn daxuyanî da.
Zelenskî herêmên ku hatine hedefkirin û mûneyên ku hatine bikaranîn bi hûrgulî şîrove kir û got: “Vê şevê Rûsya êrîşên xwe li ser cihên me yên niştecîh û çavkaniyên enerjiyê berdewam kir. Herêmên Dnipro, Jîtomîr, Zaporîjya, Xarkîv û Xerson di bin êrîşê de bûn. Armanca bingehîn tesîsên enerjiyê ne — binyapeya girîng ku jiyana normal a gelê me peyda dike: germkirin, ronahî.”
Zelenskî bi hêzên parastinê re spas kir û bangên piştgiriya navneteweyî nû kir û got: “Em ji parêzerên ku roj û şev êrîşên asmanî yên Rûsyayê dûr dixin spas dikin. Niha pêşîtiya me xurtkirina parastina asmanî ye, bi taybetî pergalên fîşekên me.”
Wî bi girîngiya stratejîk a gihîştina parastina asmanî ya bi kapasîteya tevahî bal kişand û got: “Heke em bikarin bi sedî sed li dijî van êrîşên Rûsyayê bisekinin, terora Putîn wê bêma’na bimîne. Niha ev avantajê wan e û Federasyona Rûsyayê jî li ser vê yekê bawer dike. Divê em ev ji destê wan bistînin.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî