Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Anita Anand di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir de ragihand ku têkiliyên di navbera Kanada û Kamboçyayê de derbasî qonaxeke nû bûne.

Anand diyar kir ku Kamboçya tevlî Bernameya Perwerdehiya Leşkerî û Hevkariyê ya Kanadayê bûye û di navbera her du welatan de Memorandûmeke Têgihiştinê (MOU) ya Tîcaret û Hevkariya Aborî hatiye îmzekirin. Wê tekez kir ku ev gav ji bo kûrkirina hevkariyê di warên ewlehî, tîcaret û mezinbûna aborî de derfetên nû diafirînin.

Wezîra Karên Derve Anand destnîşan kir ku Kanada li gorî Stratejiya xwe ya Hindo-Pasîfîkê pêş ve diçe û got ku xurtkirina têkiliyên bi Kamboçyayê re ji bo avakirina herêmeke Hindo-Pasîfîkê ya ewletir, berxwedêrtir û dewlemendtir girîng e.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp