Keştiyên şer ên Brîtanyayê bi hevalbendên NATOyê re çalakiyên hevbeş pêk tînin
Bruksel, 7ê Mijdarê (Hibya) – Keştiyên şer ên Brîtanyayê yên bi navên HMS Prince of Wales û HMS Dauntless li herêma Arktîkê û Atlantîka Bakur bi hevalbendên NATOyê re çalakiyên hevbeş pêk tînin.
NATO ragihand ku keştiyên Brîtanyayê yên bi navên HMS Prince of Wales û HMS Dauntless li herêma Arktîkê û Atlantîka Bakur bi hevalbendên NATOyê re çalakiyên hevbeş pêk tînin.
NATO di peyameke xwe ya li ser medyaya civakî de bi sernavê «Hêza NATOyê li Bakurê Dûr» diyar kir ku ev keştî bi operasyonên hevbeş şiyana xwe ya xebata bi hev re xurt dikin û beşdarî berevaniya baskê bakur ê hevbendiyê dibin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî