Li Japonyayê erdhej çêbû
Tokyo, 7ê Mijdarê (Hibya) – Li gorî daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS), li Japonyayê erdhejek bi mezinahiya 5,5 pêk hat.
Li gorî daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS), saet di 19:04an de li bajarê Hamakita yê Japonyayê, di kûrahiya 38,1 kîlometreyan de erdhej çêbû.
Mezinahiya erdhejê 5,5 hat pîvandin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî