Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva ragihand ku Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku welat dîsa ji Nexşeya Birçîbûnê derketiye.

Lula di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku li gorî rapora Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), di navbera salên 2023-2025 de rêjeya kêmbesleniyê li Brezîlyayê li bin ji sedî 2,5 ma û rêjeya bêewlehiya giran a xwarinê daket ji sedî 0,6.

Lula tekez kir ku ev encam berhema polîtîkayên ku têkoşîna li dijî birçîbûnê dîsa xistine navenda polîtîkayên dewletê ye. Wî got ku gihandina xwarinê ji nû ve li ser maseyên gel, dabînkirina şertên jiyanê yên bi rûmet û pêşkêşkirina derfetan ji kesên hewcedar re dê her tim di nav pêşîniyên hikûmetê de bimînin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp