Metsola: Serokwezîrê Kanadayê Carney dê di Îlonê de li Parlamentoya Ewropayê biaxive
Bruksel, 26ê Tebaxê (Hibya) – Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola ragihand ku Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney dê di Îlonê de beşdarî Civîna Giştî ya Parlamentoya Ewropayê ya li Strasbourgê bibe.
Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola ragihand ku Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney dê di Îlonê de beşdarî Civîna Giştî ya Parlamentoya Ewropayê ya li Strasbourgê bibe.
Metsola di parvekirina xwe ya li ser torên civakî de diyar kir ku Carney di çarçoveya serdana xwe ya Parlamentoya Ewropayê de dê di nîqaşa Rewşa Yekîtiyê (State of the Union) ya Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen de bibe mêvanê rûmetê.
Li gorî daxuyaniya Metsola, Serokwezîrê Kanadayê Carney dê piştî nîqaşa Rewşa Yekîtiyê bi awayekî fermî ji parlamenterên Parlamentoya Ewropayê re biaxive.
Metsola kêfxweşiya xwe ji serdana Carney ya Strasbourgê anî ziman û tekez kir ku hevdîtinên ku Serokwezîrê Kanadayê dê bike ji bo têkiliyên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Kanadayê de girîng in.
Metsola got: “Serdana girîng a Serokwezîr dê ji bo kûrkirina têkiliyên Yekîtiya Ewropayê (YE)-Kanadayê û xurtkirina yekîtiya me bibe derfet.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî