Melonî derbarê qezaya helîkopterê li Bosna û Hersekê daxuyanî da
Roma, 29ê Cotmehê (Hibya) - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî derbarê qezaya ku helîkoptereke Îtalyayê ya girêdayî Hêzên Aştiyê yên Yekîtiya Ewropayê (EUFOR) li Bosna û Hersekê tê de bû, daxuyanî da.
Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî derbarê qezaya ku helîkoptereke Îtalyayê ya girêdayî Hêzên Aştiyê yên Yekîtiya Ewropayê (EUFOR) li Bosna û Hersekê tê de bû, daxuyanî da.
Melonî xemgîniya xwe ya ji ber qezayê anî ziman û ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re û ji personelên ku ji bo dabînkirina aşitî û aramiyê li herêmê wezîfe dikin re peyama piştgiriyê şand.
Serokwezîra Îtalyayê di daxuyaniya xwe de got: «Ramanên min bi kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi malbatên wan û bi hemû kesên ku di peywira aşitî û aramiyê ya li herêmê de cih digirin û niha demên tijî fikar derbas dikin re ne. Ez hem bi navê xwe hem jî bi navê hikûmeta Îtalyayê piştgiriya xwe ya herî dilsoz ji wan re radigihînim.»
Ajansa Nûçeyan a Kurdî