NY: Hişyariya derbarê koçberkirina bi zorê li sê kampên penaberan ên li Bankerê Rojava
New York, 8ê Îlonê (Hibya) – Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê tevahiya nifûsa Filistînî ya kampên penaberan ên Cenin, Nur Şems û Tulkarem li Bankerê Rojava bi zorê koçber kirine û hîn jî nahêlin ew vegerin.
Li gorî rapora ku ji aliyê OHCHR ve hatiye weşandin, hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê di Çile û Sibata 2025an de, di çarçoveya tiştê ku Îsraîl jê re dibêje “Operasyona Dîwarê Hesinî”, nifûsa sê kampên penaberên Filistînî li bakurê Bankerê Rojava bi zorê koçber kirin.
Di raporê de hate gotin ku di dema operasyonê de hêzên leşkerî û polîs sivîl kuştin, bi sedan xanî hilweşandin, rê û binesaziyên din xerab kirin, av û elektrîk qut kirin û rê li ber gihîştina alîkariyên mirovahî bo herêmê girtin. Herwiha hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê derî bi derî geriyan û ji niştecihan xwestin ku malên xwe terk bikin.
Hin Filistîniyên ku bi zorê hatibûn koçberkirin û bi OHCHR re axivîn, gotin ku rayedarên Îsraîlî ji wan re gotine ku êdî kampên penaberan tune bin û “divê hemû biçin Urdunê”.
Li gorî raporê, heta Cotmeha 2025an, ji avahiyên Kampa Penaberan a Ceninê ji sedî 52, li Nur Şems ji sedî 48 û li Tulkarem ji sedî 36 hatibûn hilweşandin an jî zirar dîtibûn.
Hate ragihandin ku di dema operasyonê de koçberkirina demdirêj û sîstematîk a zêdetirî 33 hezar Filistîniyan ji kampan, derbarê veguhastina bi zorê wek sûcek li dijî mirovahiyê de fikarên cidî derdixe holê. Di raporê de herwiha hate gotin ku êrîşên hewayî, buldozerên zirxî û teqandinên kontrolkirî kamp ji bo jiyanê nebaş kirine.
Di heyama ku raporê dihewîne de 102 Filistînî, di nav wan de 21 zarok, hatin kuştin; ev hejmar ji hemû mirinên ku di heman heyamê de li Bankerê Rojava ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kirin ji sedî 46 pêk tîne.
Di nav kesên ku hatin kuştin de Sondos Shalabi, ku heşt mehan ducanî bû û dema ku dixwest ji Kampa Nur Şems derkeve bi guleyan hate kuştin, û Saddam Hussein Rajab ê 10 salî, ku li Tulkarem dema ku li benda çûna mizgeftê bi bavê xwe re bû ji zikê xwe bi gule hate birîndarkirin, jî hebûn.
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Mafên Mirovan Volker Türk got ku awayê pêkanîna operasyonê wê hestê dide ku armanc ew bû ku bi qasî mimkun e zêdetir Filistînî ji herêmê bên derxistin û ji bo zêdetir niştecihên Îsraîlî cih bê vekirin.
Türk bang li Îsraîlê kir ku dagirkeriya xwe ya axa Filistînê bi dawî bike û biryara Dadgeha Navneteweyî ya Dadê ya ku daxwaz dike hebûna wê ya neqanûnî li Erdên Filistînê yên Dagirkirî di zûtirîn demê de bi dawî bibe, bicîh bîne.
Hate ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê di 23ê Sibata 2025an de ferman da artêşê ku li sê kampan bimîne û ragihand ku dê destûr neyê dayîn Filistîniyên koçberkirî vegerin.
Li gorî Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Xebatê ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA), heta Tîrmeha vê salê nêzîkî 33 hezar û 362 kes hatine koçberkirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî