Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan tekez kir ku di pêvajoyên biryardana hikûmetê de divê girîngî bê dayîn ramanên pisporan û beşdariya gel.

Pezeşkiyan di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got ku wî berê jî ji parlamenteran û rêveberan re diyar kiriye ku her gaveke hikûmetê divê bi şêwirmendiya pisporan û beşdariya gel bê avêtin.

Pezeşkiyan destnîşan kir ku gel xwedî mafên rewa ye û mafê wî heye ku ji pêşketinên aborî û çandî agahdar bibe. Wî got ku hemû pêşketin, ji bernameyên kuponan heta mijarên enerjiyê, divê bi awayekî şefaf bi gel re bên parvekirin.

Pezeşkiyan diyar kir ku biryardana baldar a li ser bingeha pisporiyê û agahdarkirina şefaf a raya giştî erkê saziyên têkildar e.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp