Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez derbarê jineke ku li Madrîdê ji ber tundûtûjiya li ser bingeha zayendê hat kuştin de daxuyanî da. Sanchez sersaxiya xwe gihand malbat û hevalên jina ku jiyana xwe ji dest da.

Sanchez bi gotina “Dawîanîna kuştina jinan berpirsiyariya hevpar a me hemûyan, jin û mêran e” diyar kir ku pêşîgirtina li kuştina jinan berpirsiyariya hevpar a civakê ye.

Sanchez diyar kir ku ev têkoşîn dikare bi yekîtî, biryardarî û pabendbûna hemû civakê bigihîje serkeftinê.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp