Serok Pavel spasiya xwe ji dîplomatên biyanî re anî ziman
Prag, 27ê Cotmehê (Hibya) - Serokê Komara Çekyayê Petr Pavel peyamek parve kir û diyar kir ku li Keleha Pragê li gorî kevneşopiyê spasiya xwe ji dîplomatên biyanî re anîne ziman.
Serokê Komara Çekyayê Petr Pavel peyamek parve kir û diyar kir ku bi hevjîna xwe Eva Pavlova re li Keleha Pragê li gorî kevneşopiyê spasiya xwe ji dîplomatên biyanî re anîne ziman.
Pavel di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de bal kişand ser girîngiya têkiliyên di navbera welatan de û got: "Têkiliyên baş di navbera welatan de hewcedarî baldariyê û xwedîderketinê ne. Di êvara roja cejna neteweyî de, min û Eva li gorî kevneşopiyê li Keleha Pragê spasiya xwe ji dîplomatên biyanî yên ku beşdarî pêşxistina têkiliyên di navbera welatan de dibin re anî ziman."
Ajansa Nûçeyan a Kurdî