Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Wezîrê Karên Derve û Koçberên Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî, li paytext Şamê bi Rêvebera Giştî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) Sabrina Dallafior re hevdîtin kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve û Koçberên Sûriyeyê, di hevdîtinê de gavên ku ji bo temamkirina dosyaya çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê pêwîst in, hatin nirxandin.

Her du aliyan her wiha mijara hesabdayîna kesên ku di sûcên şer ên ji aliyê rejîma berê ve hatine kirin de ji bikaranîna çekên kîmyewî berpirsiyar in, gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de her wiha rêbazên peydakirina piştgiriya teknîkî ya ku ji bo temamkirina dosyayê pêwîst e, hatin nirxandin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp