Trump: Em ji bo kêmkirina bihayên enerjiyê gavekî dîrokî didin
Washington, 4 Hezîran (Hibya) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump pakêtek veberhênanê ya nû bi nirxa 700 mîlyon dolar ji bo sektora komirê ragihand ku armanca wê kêmkirina mesrefên enerjiyê û jiyanê li seranserê welêt e.
Serok Trump got ku ev veberhênan dê hem karên heyî biparêze hem jî bi projeyên nû yên binesaziyê alîkariyek mezin ji bo aboriya Amerîkayê bike.
Trump dema ku hûrguliyên pakêta veberhênanê û armancên sektorê parve kir got: "Îro em bi hêza komira paqij û xweşik gavekî dîrokî didin da ku bihayên enerjiyê û mesrefên jiyanê ji bo hemû Amerîkiyan kêm bikin."
Trump derbarê hûrguliyên pakêtê de got: "Bi saya veberhênana 700 mîlyon dolarî ya ku îro ragihandim, em ê 14 santralên komirê û 42 kanên komirê biparêzin û 2 santralên nû yên komirê û termînaleke mezin a eksportê ava bikin."
Trump bi balkişandina ser bandorên aborî yên van gavan û rehetbûna ku dê ji bo budceya welatiyan bîne, peyama xwe bi van gotinan dawî kir: "Ev gav dê zêdetirî 14 hezar karan piştgirî bike û ji bo gelê Amerîkayê 50 mîlyar dolar di mesrefên elektrîkê de teserûfê peyda bike."
Ajansa Nûçeyan a Kurdî