Trump: Me rê li ber Îranê girt ku xwediyê çekên navokî bibe
Washington, 4ê Mijdarê (Hibya) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, di nirxandina xwe ya derbarê parvekirineke Cîgirê Serok JD Vance de, îdia kir ku wan rê li ber Îranê girtiye ku çekên navokî bi dest bixe.
Serokê DYA Donald Trump di nirxandina xwe de got: "Ez difikirim ku baş bû. Dema ez ketim civînê, min dizanibû ku dê baş be. Me rê li ber wan girt ku xwediyê çekên navokî bibin û ew ê tu carî xwediyê çekên navokî nebin."
Trump di nirxandina xwe ya derbarê performansa Wezîrê Şer ê DYA Pete Hegseth de jî got: "Ez difikirim ku ew karekî pir baş dike."
Ajansa Nûçeyan a Kurdî