UNICEF li ser vakslêdana dijî sorikê û xetereyên tenduristiya cîhanî hişyarî da
New York, 28ê Mijdarê (Hibya) – Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku Bolîvya, Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê statûya xwe ya ji holê rakirina sorikê ji dest dane û hişyarî da ku kêmbûna rêjeyên vakslêdanê jiyana zarokan dixe xeterê.
UNICEF ragihand ku Bolîvya, Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê statûya xwe ya ji holê rakirina nexweşiya sorikê ji dest dane.
Piştî nirxandina komîsyona Rêxistina Tenduristiyê ya Pan-Amerîkî (PAHO), rêvebera icrayî ya UNICEFê, Catherine Russell, got: “Em dîsa li deverên ku nexweşiya sorikê di bin kontrolê de bû, rastî bûyerên sorikê tên û zarok bedela vê yekê didin. Dema ku vaksîna me heye ku ji sala 2000î ve jiyana 59 milyon kesan rizgar kiriye, divê em destkeftiyên xwe ji dest nedin.”
Bi zêdetirî 13 hezar û 900 bûyeran li Meksîkayê û zêdetirî 5 hezar û 400 bûyeran li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hejmara bûyeran gihîştiye asta herî bilind a 35 salên dawî. Hat ragihandin ku ji sedî 96ê bûyerên li Amerîkayê di nav kesên ku vaks lê nehatine dayîn de hatine tomarkirin. UNICEFê tekez kir ku kêmasiyên parastina laş û dudiliya li hember vakslêdanê dibin sedema belavbûna nexweşiyê û bang li hikûmetan kir ku bi lez rêjeya vakslêdanê zêde bikin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî