Zelenski: Hejmara rast a kuştiyan hêj nayê zanîn
Kiyêv, 2ê rêbendanê (Hibya) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski ragihand ku di êrişên Rûsyayê li ser Xarkîvê de du fîze li herêmeke niştecîhî ya asayî ketin û operasyona rizgarkirinê didome.
Serokê Ukraynayê Zelenski di daxuyaniyê de got: “Êrişeke tirsnak a Rûsyayê li ser Xarkîvê. Raportên destpêkê nîşan didin ku du fîze li herêmeke niştecîhî ya asayî ketine.”
Zelenski diyar kir ku yek ji avahiyan bi giranî hatî xerab kirin û got ku niha operasyona rizgarkirinê tê meşandin û hemû xizmetên pêwîst li cihê bûyerê ne.
Zelenski bal kişand ku hejmara rast a kuştiyan hêj nayê zanîn û zêde kir: “Tîmên destpêkê yên desthilatê, Xizmeta Dewletê ya Rewşa Acîl a Ukraynayê û rayedarên bajar û herêma Xarkîvê dê agahdariyan bidin.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî