Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Neteweyên Yekbûyî (NY), bi boneya Roja Navneteweyî ya Li Dijî Ceribandinên Nukleerî, bal kişand ser bandorên ceribandinên nukleerî li ser jîngehê, pêşketina aborî û tenduristiya mirovan.

Di parvekirina hesabê medyaya civakî ya NY de hat ragihandin ku ceribandinên nukleerî zirarê didin jîngehê, bandoreke neyînî li pêşketina aborî dikin û ji bo jiyan û tenduristiya mirovan encamên wêranker derdixin holê.

Di parvekirinê de hat tekez kirin ku ceribandinên nukleerî pratîkeke ji dema borî mayî ye û di sedsala 21emîn de cihê wê tune ye.

NY di parvekirina xwe de herwiha bi bîr xist ku îro Roja Navneteweyî ya Li Dijî Ceribandinên Nukleerî ye.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp