Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney bal kişand ser girîngiya xebata bi civakên Neteweyên Yekem (First Nations) re li ser bingeha bawerî û hevkariyê.

Di parvekirina Ofîsa Serokwezîrê Kanadayê de hat gotin: “Avakirina Kanadayeke bihêz bi bawerî û hevkariyê dest pê dike. Bi xebata rasterast bi Neteweyên Yekem (First Nations) re, em dikarin armancên hevpar veguherînin encamên berbiçav.”

Di parvekirinê de her wiha hat ragihandin ku Serokwezîr Carney dê roja din bi rêberên Neteweyên Yekem (First Nations) û serokwezîrên parêzgehan re bicive da ku xebatên di vî warî de pêş bixe.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp