Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Fermandarê payebilind Rahîm Ebû Raga, Rêveberê Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê, bi Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re li ser hevkariya di warê operasyonên parastina aştiyê û ewlehiyê de axivî.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê, di civînê de xebatên ku NY bi hevrêziya hikûmeta Iraqê dimeşîne û amadekariyên ji bo operasyonên parastina aştiyê yên li welêt hatin nirxandin.

Her du aliyan li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Iraq û NY de, bernameyên navneteweyî yên hêzên parastina aştiyê û xebatên hevpar ên di warê ewlehiyê de nêrînên xwe parve kirin. Di civînê de her wiha mijarên têkoşîna li dijî terorîzmê, rêgirtina li çalakiyên neqanûnî û xurtkirina hevkariya navneteweyî hatin nirxandin.

Rêveberê Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê tekez kir ku Iraq amade ye beşdarî operasyonên parastina aştiyê bibe û piştgiriyê bide xebatên di çarçoveya NY de.

Şêwirmendê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ferhad Alaeddîn û berpirsên Wezareta Karên Derve jî beşdarî civînê bûn.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp