Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan diyar kir ku serjimêriya nifûsê ya li ser bingeha tomarên fermî di pêvajoyên rêveberî, çavdêrî û nirxandinê de roleke girîng dilîze.

Pezeşkîyan bal kişand ser girîngiya serjimêriya li ser bingeha tomaran û got: “Serjimêriya nifûsê ya li ser bingeha tomaran ji bo rêveberiya zîrek, çavdêrî û nirxandina li ser bingeha maf û dadmendiyê gaveke bi nirx e.”

Pezeşkîyan destnîşan kir ku kêmasiya agahiyên yekgirtî bi salan li welêt zemîn ji cudakariyê re amade kiriye. Wî got: “Bi berhevkirina daneyên rast, şertên pêwîst ji bo pêkanîna dadmendiyê li her devera welêt tên afirandin û bandorkeriya planan û berhemdarî zêde dibe.”

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp