Yekîtiya Ewropayê şîrketên girêdayî hewildanên şer ên Rûsyayê kirin hedef
Bruksel, 25ê Cotmehê (Hibya) - Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber êrîşên Rûsyayê li dijî Ukraynayê lîsteya cezayên xwe firehtir kir. YE bal kişand ser sivîlên ku ji destpêka şer ve li Ukraynayê hatine kuştin an birîndar bûne.
Xizmeta Çalakiya Derve ya Ewropayê (EEAS) ragihand ku êrîşên Rûsyayê li dijî Ukraynayê bûne sedema windahiyên di nav sivîlan de û wêrankariyên mezin li bajaran.
Di weşana EEAS de hat gotin ku her hefte li Ukraynayê zêdetirî 400 sivîl tên kuştin an birîndar dibin. Di weşanê de hat diyarkirin ku êrîşên Rûsyayê bajarên Ukraynayê vediguherînin xirabeyan û bandoreke neyînî li ser jiyana mirovan dikin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê di meha Cotmehê de lîsteya cezayên xwe ya herî berfireh a heta niha pejirand. Hat diyarkirin ku ev ceza şîrket û kesên ku bi hewildanên şer ên Rûsyayê ve girêdayî ne dikin hedef.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî