Carney: Nifşên Ukraynî bîranîna Holodomorê zindî hiştin
Ottawa, 28ê Mijdarê (Hibya) – Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney di peyama xwe de ku bi boneya Roja Bîranîna Qurbaniyên Holodomorê weşand, diyar kir ku hewldanên rejîma Sovyetê ji bo veşartina rastiyê bi ser neketine û Kanada bi gelê Ukraynayê re di nav hevgirtinê de ye.
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney di daxuyaniya xwe de bi boneya Roja Bîranîna Qurbaniyên Holodomorê diyar kir ku rejîma Sovyetê hewl da rastiya qirkirinê veşêre, lê di vê hewldanê de bi ser neket.
Serokwezîr Carney di peyameke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de tekez kir ku nifşên Ukraynî, tevî yên ku li Kanadayê dijîn, vê bîranîna dîrokî zindî hiştine. Carney bi diyarkirina ku ew milyon kesên bêguneh ên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin, got: “Rejîma Sovyetê hewl da rastiya Holodomorê binax bike, lê bi ser neket. Nifşên Ukraynî, tevî yên li Kanadayê, vê bîranînê zindî hiştin. Îro em milyon kesên bêguneh ên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û bi hemû Ukrayniyên li Kanadayê û li seranserê cîhanê re di nav hevgirtinê de ne.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî