Çîn peyka Tianhui-7 şand kosmosê
Pekîn, 30 Kanûnê (Hibya) – Ji Navenda Fırlatîna Peykan a Jiuquan li bakurê rojhilatê Çînê peykek nû bi serkeftî hat şandin kosmosê.
Li gorî nûçeya CCTV, peyka Tianhui-7 di saet 12:12’an de bi demê Pekînê bi roketeke Long March-4B hat fırlandin û bi serkeftî li orbitaya xwe ya planbûyî hate bicîhkirin.
Qadên bikaranîna bingehîn ên peyka nû di nav de nexşekirina coğrafî, lêkolînên çavkaniyên axê û lêkolînên zanistî hene.
Ev operasyon wekî mîsyona firîna 622’an ya rêzeya roketên Long March hate tomarkirin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî