Daneyên GDP’yê yên Çînê ji bo sala 2024 hatin nûvekirin
Pekîn, 26 Berfanbar (Hibya) – Ofîsa Neteweyî ya Statîstîkê ya Çînê ragihand ku GDP’ya sala 2024 bi bihayên sabît bi rêjeya salane ya 5% mezin bûye û gihîştiye 134,8 trîlyon yuan.
Li gorî nûçeya CCTV’yê, Ofîsa Neteweyî ya Statîstîkê ya Çînê (NBS) diyar kir ku li gorî hesabkirinên dawîn, daneyên gayrisafî berhema navxweyî (GDP) ji bo sala 2024 hatine nûvekirin û gihîştine 134 trîlyon 806,6 milyar yuan.
Li gorî hesabkirinên bi bihayên sabît, hat ragihandin ku aboriya welatê bi rêjeya salane ya 5% mezin bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hejmar, li gorî hesabkirina pêşîn a ku di destpêka salê de hate kirin, kêmkirineke 101,8 milyar yuan an jî nêzîkî 14,5 milyar dolarên Amerîkayê nîşan dide.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî