Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mohammad Ishaq Dar, civîneke nirxandinê ya asta bilind hat lidarxistin, da ku qanûnên kar ên welêt bi standardên navneteweyî re bên lihevkirin.

Di civîna ku li Îslamabadê hat lidarxistin de, peyman û pratîkên Pakistanê di warê hiqûqa kar a navneteweyî de, bi taybetî peymanên Rêxistina Kar a Navneteweyî (ILO) yên ku Pakistan alîgirê wan e, hatin nirxandin.

Di civînê de çarçoveyên qanûnî û mekanîzmayên çavdêriyê yên ku ji bo lihevhatina tam a qanûnên navxweyî bi standardên cîhanî re pêwîst in, bi berfirehî hatin nirxandin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve Ishaq Dar di axaftina xwe ya civînê de diyar kir ku bicihanîna standardên navneteweyî yên kar dê pozîsyona Pakistanê di aboriya cîhanî de bihêztir bike û hêza reqabetê ya hinardeyên wê zêde bike.

Dar tekez kir ku ji bo bicihanîna erk û sozên neteweyî di dema xwe de, divê hemû wezaretên têkildar bi hikûmetên parêzgehan re di hevkariya tam û hevrêziyekê de bixebitin.

Di vê civîna girîng de şêwirmendê serokwezîr ê karûbarên pîşesazî û hilberînê, alîkarê taybet ê serokwezîr Tariq Bajwa, sekreterên wezaretên Bazirganî, Pakistanîyên li Derveyî Welat û Mafên Mirovan, her wiha karbidestên payebilind ên saziyên têkildar beşdar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp