Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskî, di çarçoveya serdana xwe ya Danîmarkayê de ji aliyê Qral Frederik X ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Şehzadeyê Tacê yê Danîmarkayê Christian û Serokwezîr Mette Frederiksen jî amade bûn. Zelenskî di daxuyaniya xwe ya li ser torên civakî ya derbarê serdanê de, ji bo pêşwaziyê spasîya Qral Frederik X û hikûmeta Danîmarkayê kir.

Zelenskî diyar kir ku Rûsya êrîşên xwe yên li ser binesaziya krîtîk û dezgehên bingehîn ên jiyana rojane ya gelê Ukraynayê zêde dike. Wî ragihand ku derbarê pêşketinên dawî yên li qadê de agahdarî daye Qral Frederik X.

Zelenskî got ku di hevdîtinan de parastina jiyana sivîlan, mijarên giştî yên ewlehiyê, rehabilîtasyon û piştgiriya leşkerên Ukraynayî yên birîndar û veteranên şer hatine nirxandin. Wî diyar kir ku ew bawer dikin Danîmarka dê piştgiriya xwe di van waran de bidomîne.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp