Di şeva pêşiya Noelê di pîyangoyê de 1,8 milyar dolar qezenc kir
Washington, 26 Kanûn (Hibya) – Li gorî daxuyaniya Powerballê, Amerîkîyek ku di dîroka Dewletên Yekbûyî de xelata duyemîn ya herî mezin a Powerballê qezenc kir, bi 1,8 milyar dolar zêdetir dewlemend bû.
Qezencdarê bi şans li eyaleta Arkansasê dijî û dikare di navbera wergirtina xelatê bi qîsmetên 30-salî an jî wergirtina yekcarî ya 834,9 milyon dolar berî bacan de bijartin bike.
Xelata herî mezin a pîyangoyê li Dewletên Yekbûyî di sala 2022’an de 2,04 milyar dolar bû û bilêta qezencdar li Kalîforniyayê hatibû kirîn.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî