Kallas banga azadiya keştiyaniyê li Deryaya Reş kir
Atlanta, 31ê Cotmehê (Hibya) - Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Kaja Kallas diyar kir ku divê azadiya derbasbûnê di veguhestina deryayî ya navneteweyî de were parastin.
Kaja Kallas di Civîna Wezîrên Karên Derve yên G20ê de bang kir ku ji bo dabînkirina azadiya keştiyaniyê li Deryaya Reş rêkeftinek were çêkirin.
Kallas diyar kir ku şerê Rûsya û Ukraynayê û qeyrana li Rojhilata Navîn ji bo dabînkirina enerjî û xwarinê, bazirganî û azadiya keştiyaniya deryayî metirsiyên giran çêdikin. Kallas, ku rêyên veguhestina deryayî ya navneteweyî wekî damarên jiyanê yên cîhanê binav kir, careke din helwesta Yekîtiya Ewropayê ya li dijî standina pereyên derbasbûnê li ser rêyên deryayî yên navneteweyî dubare kir.
Kallas tekez kir ku ewlehiya enerjiyê û berxwedana zincîreyên dabînkirinê ji bo aramiya aborî ya cîhanî xwedî girîngiyeke jiyanî ne.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî