Trump li ser cezayên li dijî Rûsyayê rexne li Biden kir
Washington, 30ê Cotmehê (Hibya) - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, bandora cezayên li dijî Rûsyayê xist bin pirsê û derbarê pêvajoya vegerandina Stephen Hubbard ji Rûsyayê de nirxandin kir.
Serokê DYA Donald Trump, sepandina cezayan di dema danûstandinên bi Rûsyayê re rexne kir. Trump diyar kir ku heke ew ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bibêje ku dixwaze Stephen Hubbard vegerîne û paşê cezayan bisepîne, dê her kes bi vê yekê bikene.
Di dema axaftina Trump de, Hubbard jî got ku Rûs bi cezayan dikenin.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî