Rubio: Ji bo ewlehiya enerjiyê cihêrengî pêwîst e
Washington, 30ê Cotmehê (Hibya) - Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio, di Lûtkeya G20ê ya ku li Atlantayê hate lidarxistin de, derbarê ewlehiya enerjiyê ya cîhanî de daxuyanî da.
Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio, di Lûtkeya G20ê ya ku li Atlantayê hate lidarxistin de, derbarê ewlehiya enerjiyê ya cîhanî de daxuyanî da.
Wezîr Rubio diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo paşerojeke bi refahtir pêşengiya hewildanên xurtkirina ewlehiya enerjiyê ya cîhanî dike.
Rubio destnîşan kir ku ji bo dabînkirina refaha paşerojê, ne kêmkirina enerjiya berdest an jî tenê derbasbûna ji çavkaniyeke enerjiyê bo çavkaniyeke din, lê zêdekirina dabînkirina enerjiyê pêwîst e. Wî got ku ev yek gelek çavkaniyên enerjiyê, aboriyên dabînker û rêyên cihêreng ên veguhestinê dixwaze.
Ajansa Nûçeyan a Kurdî