Kristersson: Swêd di têkoşîna li dijî sûcên çeteyan de bû modela navneteweyî
Stockholm, 7ê Îlonê (Hibya) – Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand ku ji dema ku hikûmeta wan di sala 2022an de hat ser kar, tundiya kujer a girêdayî çeteyan ji sedî 75 û êrîşên bi çekan ji sedî 80 kêm bûne.
Serokwezîrê Swêdê Kristersson diyar kir ku welatê wî di têkoşîna li dijî sûcên giran ên çeteyan de bûye “model”eke navneteweyî.
Kristersson di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de got ku Swêd berê di mijara sûcên çeteyan de li qada navneteweyî wekî nimûneyeke neyînî dihat nîşandan, lê bi saya polîtîkayên ku hatine sepandin pêşketineke girîng hatiye bidestxistin.
Kristersson diyar kir ku ji dema ku hikûmeta wan di sala 2022an de hat ser kar, tundiya kujer a çeteyan ji sedî 75 û êrîşên bi çekan ji sedî 80 kêm bûne û di heman demê de li derveyî welat du qat zêdetir sûcdarên çeteyan hatine girtin.
Kristersson got ku ev encam bi saya polîseke bihêztir, amûrên nû yên ku ji bo hêzên bicihanîna qanûnê hatine peydakirin, tedbîrên hişktir li dijî sûcên rêxistinkirî û hevkariya navneteweyî pêk hatine û spasî welatên ku ji Swêdê re di radestkirina sûcdarên xeternak bo dadê de piştgirî dane kir.
Kristersson bal kişand ser wê yekê ku torên sûcên rêxistinkirî li derveyî sînoran dixebitin û got ku ev avahî ne tenê ji bo Swêdê, lê ji bo welatên din ên ku lê dixebitin jî metirsiyeke cidî ya tundûtûjî û sûcê diafirînin.
Kristersson got: “Beşa mezin a xebatên paqijkirinê qediya, lê heta ku em çeteyan bi tevahî têk nebin û hesta ewlehiyê ji bo her kesê li Swêdê ji nû ve ava nekin, em ê nebêjin ku kar qediya ye.”
Serokwezîrê Swêdê diyar kir ku hilbijartina roja Yekşemê dê diyar bike ka hikûmet dê derfeta qedandina xebatên xwe bistîne an na û got: “Divê em ji zarok û neviyên xwe re welatekî ewle û aram bihêlin.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî