Deniz polisinden Adalar çevresinde 'deniz taksi' denetimi

Li Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî, endeksa Bazara Darayî ya Dubayê bi bilindbûna ji sedî 4 gihîşt 6.040,74 xalan. Kirîna parên şîrketên sektorên bankaciyê û avahî û milkên neguhêz di vê bilindbûnê de bandor kir. Parên Emirates NBD bi ji sedî 6,1, parên Emaar Properties bi ji sedî 4,4 û parên Emaar Development bi ji sedî 4,9 nirx qezenc kirin.

Endeksa Tadawul All Share a Erebistana Siûdî bi bilindbûna ji sedî 1,7 gihîşt 10.039 xalan. Borsaya Qeterê bi zêdebûna ji sedî 2,8 gihîşt 9.884,17 xalan, lê parên Qatar National Bank bi ji sedî 5,3 nirx qezenc kirin. Endeksa Ebû Zebiyê jî qezencên xwe yên di nav rojê de winda kir û roja bazirganiyê bê guhertineke girîng bi dawî kir.

Li bazarên din ên herêma Kendavê, borsayên Kuweyt, Behreyn û Ummanê her yek bi rêjeya ji sedî 0,5 bilind bûn. Endeksa sereke ya Misrê jî bi ji sedî 2,8 nirx qezenc kir.

Di bilindbûna bazarên herêmê de, nûçeyên derbarê pêşketina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, hêviyên kêmbûna aloziyên leşkerî yên muhtemel û encamên darayî yên şîrketan ên sêmehêya sêyemîn bandor kirin.

Ajansa Nûçeyan a Kurdî

 

facebook sharing button Facebook
twitter sharing button Tweeter
whatsapp sharing button Whatsapp