Li Londonê du berhemên nû yên Banksy derketin holê
Stockholm, 23ê Kanûna Yekemê (Hibya) – Hunermendê kuçeyî yê razdar Banksy piştrast kir ku ew xwedîyê muralê nû ye ku li Bayswaterê, li Rojavayê Londonê, derket holê.
Berhem du zarokan nîşan dide ku li erdê dirêj kirine, çîzmeyên Wellington, kincên zivistanê û şapkên bi pompon li xwe kirine; yek ji zarokan ber bi ezmanê îşaret dike.
Ev mural li ser dîwarekî ku li ser rêzek garajan li Queen's Mewsê ye hat xêzkirin û cara yekemê roja duşemê hate dîtin.
Banksy her weha xwedîyê heman muralê ye ku roja înê li derveyî birca Centre Pointê ya li navenda Londonê derket holê; lê nûnerên wî tenê berhema Bayswaterê piştrast kirin.
Hunermendê ku nasnameya wî bi gelemperî nehatîye eşkerekirin, nûberhema xwe roja duşemê piştî nîvro bi parvekirina wêneyekê li hesabê xwe yê Instagramê ragihand.
Derbarê muralê li Centre Pointê de axaftin, hunermend Daniel Lloyd-Morgan ji BBC re got ku bawer dike ku ev cih ji bo balkişandina bala li ser bêmalîya zarokan hatîye hilbijartin.
Wî got: “Hemû kes demek baş derbas dikin, lê di Noelê de gelek zarok hene ku demek baş derbas nakin.”
Ajansa Nûçeyan a Kurdî